Kobanî | Di êrîşa drona Tirk de zarokek mir, 2 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li bajarokê Sirîn ê Kobaniyê di encama êrîşa balafira bêmirov a Tirk de zarokekî can da, 2 jî birîndar bûn
Li gorî zanyariyên çavkaniyên herêmî, balafireke bêmirov a Tirk gundê Geraf ê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Fewaz Mistefa Îbrahîm (13) can da, 2 zarokên bi navên Ebdurehman Mihemed Misto (13) û Ebdulnafih Mihemed Misto (9) jî birîndar bûn.
Herwiha hate ragihadin ku bi çekên giran gundê Bîr Hiso yê gundewarê Kobanê jî di bin topbaranê de ye.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




