Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî gelek qutiyên zexîreyê belav kir

Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî gelek qutiyên zexîreyê belav kir

PeyamaKurd – Di çarçoveya projeya belavkirina zexîreyê ya li kêmderferan de û avadaniya sifreya meha Remezanê, îro, Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî li Hewlêrê gelek qutiyên zexîreyê belav kir.

Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî projeya belavkirina 3.500 qutiyên zexîreyê li Hewlêra paytexta belav kir ku ji bilî kêmderfetan, jîngeparêz û karkerên şaredariyê jî jê sûd wergirt.

Endamê Desteya Birêvegeriya Weqfa Xêrxwaziyê ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz ragihand ku projeya sifreya avadaniyê û belavkirina qutiyên zexîreyê ya di meha pîroz a Remezanê de projeyeke seranserî ye ku di heftiya duyem a meha Remezanê de me da destpêkirin û heta dawiya mehê hemû Herêma Kurdistanê dê li xwe bigire.

Wî her weha diyar kir, îro tenê ji bo karmendên şaredarî, kêmderfetên Hewlêrê ji qutiyên zexîreyê sûd wergirtin ku ji 14 cureyên zexîreyê pêk dihat û proje bi hemahengiya li gel sermayedarê niştimanî Roj Pêşrew Dizeyî ve tê encamdan.

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.