Kolberekî Kurd di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Kolberekî ciwan di qezayeke trafîkê de canê xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku Şehab Kerîmî, kolberekî ciwan ê 21 salî, yê xelkê gundê Bangarê û nîştecîhê “Tazêawa”yê ye, li Selasê Bawecanî ya bi ser parêzgeha Kirmaşanê ya Rohilatê Kurdistanê, duh, şeva duşemê 31ê Adara 2025an ji ber qezayeke trafîkê canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, ev qeza li nêzî du rêyên 'Serab Bes'ê li ser rêya Ciwanro ber bi Selasê Bawecanî ve qewimî.
Otomobîla ku Şehab Kerîmî û çend kolberên din tê de bûn, bû qurbaniya qezayê û di encamê de ev kolberê ciwan piştî ku neqlî nexweşxaneya 'Hezretî Resûl' a bajarê Ciwanro hat kirin, canê xwe ji dest da.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




