Mesrûr Barzanî: Divê pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ji binî ve bên çareserkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 55 salvegera Peymana 11ê Adara 1970yî ku yek ji bûyerên girîng ên dîroka Kurdistanê ye, peyamek belav kir.
Wî di peyama xwe de diyar kir:
“Em îro destkefteke girîng û dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bi serkêşiya rêberê me yê neteweyî Barzanîyê nemir bi bîr tînin.”
Serokwezîr Barzanî di peyamê de her weha got,
“Gelê Kurdistanê her tim xwestiye bi diyalog û rêyên aştiyane bigihe mafên xwe yên rewa, lê dê bi her awayî parastina mafên xwe yên destûrî bike û dest ji van mafên xwe bernade.”
Serokwezîr herweha tekezî li ser çareseriyeke radîkal û a ji binî ve kir ji bo pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ku ew ê “li ser bingeha rêzgirtin ji destûr, rêkeftin û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê be.”
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.




