Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin ku ev gav bibe destpêk ji bo çareserkirina pirsgirêkên din

Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin ku ev gav bibe destpêk ji bo çareserkirina pirsgirêkên din

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku wî bi dilxweşî pêşwaziya qebûlkirina qanûna budceyê kiriye ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve kir û got, em hêvîdar in ku ev gav bibe destpêk ji bo çareserkirina pirsgirêkên din. 

Mesrûr Barzanî got:

“Em spasiya her kesî dikin ku alîkariya biserxistina guhertinê kiriye, em spasiya şanda danûstandinan a hikûmetê jî dikin ku kar dike ji bo çêkirina mekanîzmayeke ku dê çareseriyekê ji bo mûçeyan peyda bike.”

Serokwezîr anî zimên ku “Em hêvîdar in ev gava erênî ya ji bo serrastkirina qanûna bûdceyê bibe destpêkek ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên din û pêbendbûna hikûmeta federal bi şandina mûçe û alîkariyên darayî bo Herêma Kurdistanê.”

Di wê rûniştinê de ku li Parlamentoya Iraqê hat lidarxistin, guhertinên bûdceya darayî yên salên 2023, 2024 û 2025ê hatin qebûlkirin.

Di nav guhertinan de nirxê derxistin û veguhestina her bermîleke petrola Herêma Kurdistanê bi 16 dolar ji bo wê hatiye danîn.

 

Ev nivîs 416 car hatiye xwendin.