Nêçîrvan Barzanî bi boneya 55emîn salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî bi boneya 55emîn salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Îro, Sêşemê, 11ê Adara 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek bi boneya 55emîn salvegera Peymana Otonomiyê ya 11ê Adara 1970yî weşand. 

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku ev peyman, di bin serokatiya Nemir Mela Mistefa Barzanî de, qonaxeke dîrokî û girîng di têkoşîna gelê Kurdistanê de bû û weke yekemîn belgeya fermî tê hesibandin ku hin mafên rewa yên gelê Kurd nas kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: 

“Peymana 11ê Adarê bingeh ji bo destkeftiyên me yên îro yên destûrî ava kir, lê mixabin hikûmeta Iraqê paşê ji vê peymanê vegeriya, ku ev yek bû sedema êş û pevçûnên dirêj.” 

Wî tekez kir ku her çend desthilatên Iraqê gav bi paş ve avêtibin jî, ev peyman bûye xeleka destpêkê ya parastina mafên gelê Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê her weha bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê kir ku bi yekgirtin û yekrêzî destkeftiyên destûrî biparêzin û ji bo avakirina Iraqeke federal, demokratîk û aram bixebitin. 

Wî diyar kir ku “yekîtî garantiya herî mezin e ji bo ewlekirina pêşeroja nifşên siberojê” û girîngiya rêzgirtina pirrengiyê û hevkarîyê destnîşan kir.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.