Pisporê Rojhilata Navîn Lund peymana li Rojava hatiye kirin nirxand: Dikare bi kêrî Şera were

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera doh bi şev peymanek îmze kirin. Li gorî rêkeftinê, mafên Kurdan ên destûrî wê bên garantîkirin û Rêveberiya Xweser a Rojava jî di nava rêveberiya nû ya Sûriyê de cih digire.
Pisporê Rojhilata Navîn ji Century International Aron Lund di nirxandina peymanê de ji Reutersê re diyar kir ku êrîşên li Laziqiyê ku zêdeyî hezar û 500 kes ku piraniya wan sivîlên elewî bûn hatin kuştin, Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara "qels kir" û got, "Şera di hundirê xwe de û bi DYAyê re gelek pirsgirêkên xwe hene. Dibe ku ev yek ji hemûyan re bibe alîkar ku ew ne dijminê kêmneteweyan e." Lund herwiha peyman wekî "nezelal" bi nav kir.
Lund ku peyman ji perspektîfa Mazlûm Ebdî jî nirxand û got ku "armanca wê ew e ku ji xetereya Serokê Amerîka Donald Trump ji nişka ve hêzên Amerîkî yên ku ev deh sal in piştgirîya HSDê dikin ji bo li dijî DAIŞê li Sûriyeyê vekişîne, biparêze."
Agahiyên peymana ku ji aliyê rêveberiya HSD û HTS ve hatiye îmzekirin wiha ne:
Misogerkirina mafê hemû Sûriyan ji bo temsîlkirin û beşdariya siyasî li ser bingeha merîfet, bêyî ku ji koka wan ya olî û etnîkî,
Pejirandina civaka Kurd weke beşeke bingehîn a Sûriyê û garantîkirina mafên wan ên destûrî,
Divê agirbest li tevahiya xaka Sûriyê bê avakirin.
Yekkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê di bin rêveberiya dewletê de, di nav de deriyên sînor, balafirxane û zeviyên petrol û gazê.
Dabînkirina vegera hemû penaberên Sûriyê bo warên xwe yên di bin parastina dewletê de
Piştgiriya şerê Sûriyê li dijî paşmahiyên rêjîma Esed û hemû gefên li ser ewlekarî û yekîtiya welat
Redkirina bangên ji bo parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên provokasyona pevçûnê,
Komîteyên cîbicîkirinê wê dest bi xebatan bikin da ku heta dawiya salê rêkevtin were cîbicîkirin.





