Rejîma Îranê di meha Gulanê de bi kêmanî 7 jinên aktîvîst girtin: Ji wan jinek Kurd e

Rejîma Îranê di meha Gulanê de bi kêmanî 7 jinên aktîvîst girtin: Ji wan jinek Kurd e

PeyamaKurd – Li gorî amarên Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirov a Hengawê, di meha Gulana 2025an de, bi kêmanî 7 jinên aktivîst ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve bi giştî 29 sal, 4 meh û 4 roj cezayê girtîgehê hatiye birrîn.

Di nav van jinan de, 4 jinên Behayî, jineke Kurd û jineke Gîlek jî heye ku ji aliyê Dezgeha “Dadweriyê” ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatine cezakirin.

Hengawê, nasnameya jinên cezayê girtîgehê wergirtine bi vî awayî ragihand: Befrîn Me’rûfî (Bokan, Rojhilatê Kurdistanê): 4 meh û 4 roj, Meriyem Kerîmî (Reşt): 2 sal û 7 meh, Dîdar Ehmedî (Refsencan): 4 meh, Elêna Neyîmî (Refsencan): 4 meh, Buşerî Mistefewî (Refsencan): 4 meh, Roya Sabt (Şîraz): 25 sal û li Mehşîd Gewheriyê (Meşhed): 9 meh cezayê girtîgehê hatiye birrîn.

 

 

 

 

 

 

 

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.