Rejîma Îranê li girtîgeha Îlamê 4 kurd bidarvekirin, 2 ji wan jin in
PeyamaKurd – Herî kêm 4 girtiyên kurd ku 2 ji wan jin in, berê bi tometa kuştinê mehkûmî bidarvekirinê hatibûn kirin, doh, sêşemê li Girtîgeha Navendî ya Îlamê hatine bidarvekirin. Navê van girtiyan Ferîde Ceferzade, Aliya Kawrîzade, Hesen Hesen Beygî û Ebdulwehab Babaxanî ye.
Li gorî nûçeyeke gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê; 2 jin ên bi navê Ferîde Ceferzade ji Îlamê, Aliya Kawrîzade ji bajarê Dêloranê, Hesen Hesen Beyg ji Serwariya Karzan û Ebdulwehab Babaxaniyan ji bajarê Bedreyê, yên cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn, do sibeha sêşemê bi li girtîgeha navendî ya Îlamê hatine bidarvekirin.
Di raporên berê de yên ku Hengawê ragihandibû ku mêrek û 2 jin hatine bidarvekirin, bi bidarvekirina van kesan re hejmara kesên hatine bidarvekirin gihîştiye 4 kesan.
Hengaw bi bîr dixe ku ev 4 girtî ji aliyê Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve bi “tometa kuştina bi mebest”, mehkûmî bidarvekirinê hatibûn kirin. Aliya Kawrîzade ya 60 salî ji ber kuştina hevjînê xwe cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.
Nûçeya bidarvekirina van 4 kurdan di medyaya dewletê de û bi taybet medyayên bi ser dezgeha dadweriya rejîma Îranê de nehatiye ragihandin.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.