Serê sibê li Erziromê erdhejeke tirsnak pêk hat

Serê sibê li Erziromê erdhejeke tirsnak pêk hat

PeyamaKurd – AFADê ragihand ku li navçeya Pasînlera Erziromê bi lerza 4,5an erdhejek pêk hat. Hate hînbûn ku erdhej li parêzgehên derdorê hatiye hîskirin, hat ragihandin ku ti rewşeke neyînî çênebûye.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat dayîn, di saet 04.30an da erdhejeke bi lerza 4,5an pêk hat ku navenda wê navçeya Pasînler a Erziromê bû.

Hat tesbîtkirin ku erdhej 14,8 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye, hat hînbûn ku erdhej li parêzgehên derdorê jî hatiye hîskirin.

AFAD: Rewşeke neyînî nîne

AFADê diyar kir ku piştî erdhejê heta niha rewşeke neyînî çênebûye û xebatên lêgerîna qadê dewam dikin.

Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya AFADê da wiha hat gotin: "Piştî erdheja bi lerza 4,5an ku di saet 04.30î da li navçeya Pasinler a Erziromê qewimî, heta niha rewşek neyînî tuneye. Xebatên şopandina qadê dewam dikin. Em dixwazin welatiyên mexdûr bûne ku di demek nêz de baş bibin."

 
Ev nivîs 46 car hatiye xwendin.