Serdeşt | Yekîneyên sînorî yên rejîma Îranê kolberek birîndar kir

Serdeşt | Yekîneyên sînorî yên rejîma Îranê kolberek birîndar kir

PeyamaKurd – Kolberekî ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ku hat ragihandin; Şahîn Resûl Hesen e, li bilindcihên sînorî yên Serdeştê bi destê yekîneyên sînorî yên rejîma Îranê ve birîndar bûye.

Li gorî rapora ku gihîştiye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, êvara sêşemê (07.01.2025)  hêzên yekîneyên sînorî yên rejîma Îranê, li bilindcihên Serdeştê, bi awayekî rasterast kolberê ji gundê “Dulatu”yê yê bi Serdeştê ve, Şahîn Hesen Resûl kiriye hedef û ew birîndar kiriye.

Hengaw derbarê vê yekê de bi hûrgilî dibêje; li sînorê “Cixuran”ê yê vî bajarî, guleya kalaşnîkovê ya hêzên rejîmê li çonga vî kolberê ji Rojhilatê Kurdistanê ketiye.

Her weha tekez dike ku ji ber ku birînên wî xedar bûne, ew rakirine nexweşxaneyên li bajarê Serdeştê.

 

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.