Serok Barzanî: Mercê serkeftina Kurdan tenê hevgirtina Kurd û Kurdistanî ye

Serok Barzanî: Mercê serkeftina Kurdan tenê hevgirtina Kurd û Kurdistanî ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan a li Hewlêrê vekir û gotarek pêşkeş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de ragihand: 

"Herçend cîhan ber bi pêş ve biçe, teknolojî bi pêş bikeve jî lê ew gotina helbestvanê mezin ê Ereb Mutenebî wê rastiyê berdewam zindî dihêle ku dibêje, Nirx û bihaya pirtûk û giringiya wê bi tu tiştekî kêm nabe û dê her berdewam be û dê her zindî bimîne."

Serok Mesûd Barzanî diyar kir, 

"Ez wek derfet dizanim ku amaje bi çend mijaran bikin. Yekem em rijd in li ser pêbendiya wê çanda ku em pê serbilind in, çanda pêkvejiyan, hev pejirandin, azadiya ramanê, azadiya ol, azadiya mezheb, ew hemû bingehîn e ku bi tu awayekî danûstan li ser nayê kirin, bila her kes wê baş bizane."

Serok Barzanî pê de çû: 

"Li ser rewşa navxwe jî helbet rewşa herêmê ji derveyî wê jî ne bi giştî ye.nş Lê di Cotmeha sala borî de hilbijartin li Herêma Kurdistanê pêk hat û gelek alî û gelek kesan wisa dizanî ku hilbijartin nayê kirin, yan jî eger helbijartin bê kirin dê pirsgirêkên mezin derkevin û pirsgirêkên mezin çêbibin, hilbijartin hat kirin û bi şahidiya Netewên Yekbûyî û hemû wan rêxistinên ku hatibûn hilbijartin pêkhat û hilbijartineke zelal çêbû. Tu hilbijartin ne bê pirsgirêk e li cîhanê û ne bê kêmasî ye, lê li gorî hilbijartinên berê hilbijartina hat kirin gelek baş bû û encam jî derketin."

Serok Barzanî diyar kir: 

"Elbet em niha dixwazin hemû ewên ku kursî di hilbijartinê de bidest anîne, her kes û li gorî pêkhateya xwe, hemû li gel hev hikûmetekê pêk bînin, kabîneyekê dirist bikin. Kurdistan milkê hemûyan e û em hemû birayên hev in. Em hemû kesên hev in ne durist e ku em hevdu bişkînin. Bila opozîsyon jî hebe, lê opozîsyon ji bo wê yekê be ku rêya baştir nîşanî kabîneyê bide, nîşanî parlamentoyê bide, bila rûpelekî nû bê vekirin û ez careke din daxwaz dikim ji hemû aliyan ku beşdar bibin. Lê berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê PDK û YNKyê, heta niha pêngavên baş hatine avêtin, lê hîn maye. Divê demeke kurt kar bên temamkirin û kabîne bê avakirin, ji ber wek em dibînin derdora me û li cîhanê hemûyî krîzên mezin hene û çêdibe ku krîzên mezintir jî di rê de bin, ji bo wê tenê mercê serkeftina Kurdan hevgirtina Kurd û Kurdistanî ye."

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.