Serok Barzanî: Peymana 11ê Adarê berhema têkoşîna Pêşmerge û hemû pêkhateyên Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta 55 saliya Peymana 11ê Adara 1970ê ku yek ji bûyerên girîng di dîroka Kurdistanê de ye, peyamek belav kir.
Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku rêkeftina 11ê Adara 1970ê berhema têkoşîna Pêşmerge û kadroyên hizbî û hemû pêkhateyên Kurdistanê di serdema şoreşa Îlonê de bû û tekez li ser wê yekê kir ku ew rêkeftin dersên girîng ên stratejî bo qonaxên paşerojê yên bizava rizgarîxwaza Kurdistanê dihewîne û doza rewa ya gelê Kurd jî bihêztir dike.
Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku rêkeftina han destkefteke dîrokî û girîng e ji xebata gelê Kurd bi serpereştiya rêberê nemir Mele Mistefa Barzanî,
Serok Barzanî got:
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.“Hikûmeta Iraqê bo yekem car hin mafên gelê Kurd nas kiriye û gelê Kurd derfet dîtiye ku kar ji bo xweburêvebirinê û bihêzkirina ziman û çanda xwe û peydakirina aramiya xwe bike.”





