SOHR: Amerîkayê bi 54 TIRan sewqîyata leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di nava 48 demjimêrên borî de 54 barhilgirên leşkerî ji Iraq û Herêma Kurdistanê ber bi deverên Rojavayê Kurdistanê ve şandin.
SOHRê diyar kir, sewqîyata leşkerî bi rêya deriyê sînorî yê Til Koçerê pêk hatiye û 27 barhilgirên leşkerî yên Amerîkayê ber bi baregeha leşkerî ya Xerabcîrê ya derdora navçeya Rimêlanê ya bakurê Hesekê ve hatine şandin.
SOHRê daye zanîn, bi rêya deriyê sînorî yê Welîdê jî 27 barhilgirên leşkerî yên hêzên Hevpeymanan ji baregeha leşkerî ya Qesrikê ya bakurê Hesekê re hatine şandin.
SOHRê da xuyakirin, di nava wan 54 TIRên Amerîkayê de alavên leşkerî, çek, teqemenî, dron û sotemenî hene.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




