Pexşan Ezîzî di bin metirsiya bidarvekirinê de ye: Daxwaza dadgehîkirinê careke din hate redkirin

PeyamaKurd – Dadgeha Bilind a rejîma Îranê, bo cara duyemîn a dadgehkirina ji nû ve ya rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîziyê red kir.
Hate ragihandin ku metirsiya li ser wê bidarvekirina wê zêdetir bûye.
Dadgeha Bilind a rejîma Komara Îslamî ya Îranê, bo cara duyemîn daxwaza dadgehkirina ji nû ve ya aktivîst û rojnamevana Kurd, Pexşan Ezîziyê red kir.
Parêzerê wê Maziyar Tatayî ragihand ku ev biryar bêyî lêkolîna dosyaya dadgehkirinê hatiye dayîn û metirsiya bidarvekirina Pexşan Ezîziyê zêdetir bûye.
Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2024an de bi tohmeta “bexî” (serhildan) cezayê bidarvekirinê wergirtibû û bi hinceta “dirustkirina aloziyali girtîgehê” jî 6 meh zindan lê hatibû sepandin.
Ev rojnamevana Kurd ku ji Tebaxa 2023yan ve di girtîgeha Evînê de ye, berê di sala 2009an de jî ji ber çalakiyên xwe hatibû desteserkirin û piştre ji Rojhilatê Kurdistanê derketibû.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.





