Ji Macron serdaneke girîng bo Misirê

PeyamaKurd - Serokomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî li koşka serokomariyê pêşwaziya serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kir.
Berdevkê serokomarê Misirê Mihemed El Şenawî ragihand, her du serokomar wê civîneke dualî li dar bixin, piştre jî wê civîneke berfireh di navbera şandeyên her du welatan de were lidarxistin. El Şenawî got ku her du alî dê peymanan îmze bikin piştre dê civîneke çapemeniyê di navbera Macron û El Sîsî de pêk were.
Berdevkê serokomarê Misirê diyar kir, piştî civîna misirî-fransî wê bi beşdariya serokomarê Fransa û Misirê û emîrê Urdunê Ebdullah El Sanî jî civînek were lidarxistin. Herwiha eşkere kir ku di civîna sêalî de rewşa Xeze û Şerîda Rojava jî di nav de wê geşedanên herêmî werin gotûbêjkirin.
Koşka Elysee doh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku serdana şanda Fransa ya li Misirê dê 48 saetan dewam bike û diyar kiribû, dê şerê li Xezeyê bi kûrahî were gotûbêjkirin.
Di daxuyaniya Elyseeyê de hatiye gotin: "Misir û Urdun di çareserkirina kêşeyan de hevkarên bingehîn in."
Şanda bi Macron re çûye Misirê ji wezîrê derve Jean-Noel Barrot, wezîrê hêzên çekdar Sebastien Lecornu, wezîrê aborî Eric Lombard, wezîra tenduristiyê Catherine Vautran, wezîrê lêkolînan Philippe Baptiste û wezîrê veguhastinê Philippe Tabaro pêk tê.
Ev nivîs 51 car hatiye xwendin.




