Nêçîrvan Barzanî dê bi serokê Îmaratê re bicive

Nêçîrvan Barzanî dê bi serokê Îmaratê re bicive

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya fermî de dê îro li Ebû Dabiyê bi Serokê Îmarat Mihemed Bin Zeyd El-Nehyan re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di çarçoveya serdaneke fermî de çû Îmaratê.

Derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî de ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve daxuyaniyek hat dayîn. 

Daxuyaniyê weha hat gotin:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja duşemê 07.04.2025an di çarçoveya serdaneke fermî de li Ebû Dabiyê li gel Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zeyid El Nehyan bicive.”

Her du serok dê pêwendiyên Îmarat li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên herêmê û mijarên cuda yên berjewendiya hevbeş gotûbêj bikin.

Agahiyên derbarê dema hevdîtinê de nehatin eşkerekirin.

Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.