Umêd Xoşnaw: Hikûmeta Iraqê weke hikûmetên berê dijminatiya Kurdistanê dike

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand ku hikûmeta Iraqa Federalî, wekî berdewamiya siyaseta hikûmetên berê, dijminatiya gelê Kurdistanê dike.
Ji aliyê din ve, Serokê Weqfa Alîkariyê ya Barzanî, Mûsa Ehmed jî diyar kir:
“Me endamên Lijneya Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, nameyeke nerazîbûnê li ser birrîna mûçeyan ji Sekreterê Giştî yê NYyê li Cenevreyê re şandiye.”
Di çarçoveya Cejna Qurbanê de, Weqfa Alîkariyê ya Barzanî bi hevkariya Komeleyên Heyva Sor a Iraq û Tirkiyeyê kampanyayeke belavkirina goştê qurbanê li seranserê Kurdistanê da destpêkirin.
Mûsa Ehmed got:
“Kampanya selikên xwarinê, pêdiviyên malbatan û zêdetirî 17 ton goştê qurbanê dihewîne. Ev proje dê li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî ji bo malbatên kêmderfet û niştecihên kampên penaberan, bê meşandin.”
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.





