% 60 nexweşên diçin nexweşxanê testên wan yên Kovid-19 ê posîtîv dertên

% 60 nexweşên diçin nexweşxanê testên wan yên Kovid-19 ê posîtîv dertên

PeyamaKurd – Mehekiye ku li Diyarbekirê jimara nexweşên Kovid-19 ê zêde dibin û bi taybetî doktor ji bo kesên temen zêde maske û deqandinê pêşniyar dikin. Doktorên ku li Diyarbekirê kar dikin radigihînin ku nexweşên seredana nexweşxaneyan dikin ji 500 kesan testên 300 kesan posîtîv dertên.

Li ser mijarê doktorê nexweşxana Gazi Yaşargil ya lêkolîn û perwerdê Dr. Jêhat Kılıç ji bo Rûdawê weha ragihandiye:

“ Bi belavbûna varyantên nûh yên Kovid-19 ê li seranserê Tirkiyê, Diyarbekir û bajarên cîran jimara nexweşan zêde dibin. Berya mehekî jimara nexweşan kêm bûbû lê niha seredanên ji bo nexweşînê zêde bûne. Kesên tên nexweşxanê % 60 testên wan posîtîv dertên. Ev jî nîşan dide ku nexweşên Kovid-19 ê li bajêr zêde ne.

Gelek kes dibêjin ku nexweşîn qediyaye lê divê hişyar bin. Bi taybetî yên temenên wan mezin, dema diçin ciyên sergirtî, dawetekî an taziyekî, heya karibin bila maske bidin ber devê xwe. Kesên ku aşiya xwe ya 4 em nebûne bi taybetî yên nexweşînên wan yên din hene, bila aşiya xwe bikin.”

Ev nivîs 210729 car hatiye xwendin.