Amerîka: Covid-19, ji labaratuvarê derket!
PeyamaKurd- Di raporta nû ya îstixbaratê ya Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê de îdiaya ku şewba Covid-19 ji laboratuvareke li Wuhana Çînê derketiye, hat dubarekirin.
Li gorî rojnameya Amerîkî Wall Street Journal, Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê raportek nû ya îstîxbaratê li ser şewba Covid-19 amade kiriye.
Hat diyarkirin ku raporta ku pêşkêşî Serokê Amerîkayê Joe Biden hatiye kirin, li gorî agahiyên îstîxbaratê û nirxandinên akademîk hatiye amadekirin.
Her wiha raportê nêrîna ku bi îhtîmalek mezin vîrus ji laboratuvareke li Wuhanê derketiye, dubare kir. Di raportê de îdiakirin ku şewb bi xeletî ji laboratuvarê derketiye, teoriya ku bi eslê xwe heywanî ye red dike.
Nêrîneke bi heman rengî di raporta Buroya Vekolînê ya Federal a Amerîkayê de jî cih girtibû.
Ji aliyê din ve Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî diyar kir ku di nav dezgehên îstixbarata Amerîkayê de li ser vê mijarê “cudahî” hene; lê hûrgilî parve nekirin.
Ev nivîs 210704 car hatiye xwendin.