Amerîka îznê da hilberîna dermanê ji bîrkirinê (Alzheimer)

Amerîka îznê da hilberîna dermanê ji bîrkirinê (Alzheimer)

PeyamaKurd – Rêvebiriya Daîra Derman û Xidayê ya Amerîkayê ji bo hilberîna dermanê jibîrkirinê (Alzheimer) ku jibîrkirinê hêdî dike, dermanê bi navê “Leqembi” yê tesdîq kir. Li gor daxwuyaniya FDA yê; derman pêşdeçûna nexweşînê hêdî dike û ji ber wê îznê daye da ku derman ji aliyê şîrketa Japonî ya dermanan Eisai û şîrketa Amerîkayê ya bi navê Biogen ê bi hevre hilberîna wê bikin.

Wê karibin derman di destpêka nexweşînê û di dewra ku hêj nexweşîn sivike de bi reçete bidin nexweşan. Rêvebirê lêkolîna navenda dermanan Dr. Billy Dunn li ser derman weha got:

“Nexweşîna Alzheimerê li ser nexweşan bi qederê ku nayê pîvan bandora neyînî dike û kesê jê hez dike li serê bi qederê ku wî têk bibe, bandorê dike. Ev derman tedawiya herî dawiyê ya ku di bin nexweşînê de heye ku li ser pêvajoya wê bandorê dike.”

Hat ragihandin ku ji bo tedawiya nexweşînê ya salekî maliyeta wê 26.500 dolare. Derman bi 1.800 kesan re hatiye bikaranîn û di nav 18 mehan de pêşdeçûna semptoman %27 kêm kiriye.

Nexweşîn dibe sedema nemayîna hucrên mêjiyê mirovan û niha li seranserê dinyayê li dora 50 milyon kes nexweşên jibîrkirinê ne.

Ev nivîs 210711 car hatiye xwendin.