Bi beşdariya Serokwezîr Barzanî, Civîna Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan û Urdinê tê kirin
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, Îro li Hewlêra paytext bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Tendirustiya Urdinê Fîras Îbrahîm El-Hewarî, Civîna Hefteya Tenduristiyê ya Kurdistan û Urdinê tê kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev bûyer dê bibe mezintirîn çalakiya tenduristiyê ya salê. Hat ragihandin ku Wezîrê Tenduristiyê yê Iraqê Salih El Hesnewî jî dê beşdarî civîna navborî bibe.
Wezîrê Tendirustiyê yê Urdin û Iraqê, duh bi vê armancê hatibûn Hewlêra paytext.
Li gorî ku hat ragihandin, dê gelek bijîjk û pisporên tenduristiyê ji Urdin, Herêma Kurdistanê û Iraqê beşdarî civînê bibin û dê ezmûn û cerebeyên xwe parve bikin.
Ev nivîs 210697 car hatiye xwendin.