Bi biryara Erdogan bihayê dermanan ji sedî 30,5 hate zêdekirin

Bi biryara Erdogan bihayê dermanan ji sedî 30,5 hate zêdekirin

PeyamaKurd – Bi biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a di Rojnameya Fermî de hate weşandin, bihayê dermanan ji sedî 30,5 hate zêdekirin.

Li gorî biryara ku bi îmzeya Erdogan hatiye ragihandin, bihayê dermanan ji ber bilindbûna nirxê Euro li hember Lîreyê Tirkî hatiye diyarkirin.

Di biryarê de hatiye gotin ku dê bihayê dermanan li gorî nirxê Euro ji sedî 30,5 bê zêdekirin û biryar ji 24ê Tîrmehê ve jî dikeve meriyetê.

Piştî vê biryarê dê bihayê hemû dermanan li dermanxaneyan bê zêdekirin.

Ev nivîs 210718 car hatiye xwendin.