Bloomberg: Li Çînê di rojekê de 37 milyon kes bi koronayê ketin

Bloomberg: Li Çînê di rojekê de 37 milyon kes bi koronayê ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Çînê tenê di nava rojekê de 37 milyon kes bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û di meha dawî de jî bi qasî %18ê xelkê Çînê bi Koronayê ketine.

Ajansa Bloombergê ragihandiye, tenê di nava roja sêşema hefteya borî de li Çînê 37 milyon kes bi Koronayê ketine.

Li gor nûçeyê ku hûrgiliyên ji civîneke Desteya Kontrolkirina Koronayê ya Çînê hatine bidestxistin, di nava vê mehê de heta niha nêzîkî 250 milyon kes ku dike %18ê hemû xelkê Çînê, bi vîrusa koronayê ketine.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev demek e li Çînê tedbîrên tund bo pêşîgirtina koronayê têne wergirtin ku hin bajarên bi milyonan welatî lê dijîn, dikevin karantînayê û qedexe têne ragihandin.

Ji ber fişara civakê, desthilatdarên Çînê di vê mehê de biryar dane ku rêkarên li dijî Koronayê sivik bikin.

Ev nivîs 210727 car hatiye xwendin.