Brîtanya dê vaksîna qelewiyê erê bike

Brîtanya dê vaksîna qelewiyê erê bike

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji çapemeniya Brîtanyayê hatin ragihandin, rayedarên Brîtanyayê amadekariyê dikin ku vaksîneke kêmkirina qelewiyê erê bike.

Li gorî hat ragihandin, ji bo ku li nexweşxaneyan pêşî li nexweşînên ji ber qelewbûnê derdikevin bê girtin, amadekarî tê kirin ku vaksîneke bi navê ‘Wegovy’ qebûl bike ku herî zêde 2 salan destûr bê dayîn ku nexweş bigihîje vê vaksînê.

Her wiha hat diyarkirin ku ji aliyê Xizmeta Tenduristiya Neteweyî (NHS) ve lêkolîn hatiye kirin û hat diyarkirin ku bi vê vaksînê re di dawiyê de ji % 10 ê giraniya laş wenda bûye.

Hat eşkerekirin ku ev vaksîn, madê mirovan kêm dike, têr dide hîskirin û ev yek jî dibe sedem ku xwarin kêm bê xwarin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak jî ragihand ku ev vaksîn dikare di qada tenduristiyê de guhertineke mezin bîne û diyar kir ku dê ji bo xizmetên kêmkirina qelewiyê, 40 milyon sterlîn budçe were veqetandin.

Pispor hişyar dikin!

Her çiqas geşepêdanên bi vî rengî li cîhanê bi pêş bikevin jî pispor li ser van celebên vaksîn û dermanên ku gelek navdar in û li Amerîkayê gelek reklama wan tê kirin, xelkê hişyar dikin ku parêzgirtineke bi tendurist û werzîşeke bi rêk û pêk, dikare hîn baştir bibe çareserî.

Ev nivîs 210696 car hatiye xwendin.