Cûreyeke nû ya Covidê bilez belav dibe: WHOyê hişyarî da...

Cûreyeke nû ya Covidê bilez belav dibe: WHOyê hişyarî da...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Hindistanê cûreyeke nû ya Covidê bi navê "Arcturus" belav bûye û rojane hejmara pêketiyan bi qasî 3 hezar kesan zêde dibe.

Cûreya nû ya Covidî wekî varyanteke cûreya Omicron wekî XBB.1.16 hatiye binavkirin û li gorî zanyariyan, li Hindistanê gelekî belav bûye ku zanyarên tibê dibêjin, metirsî heye li seranserê cîhanê pêleke nû ya koronayê bi vê cûreya nû re çêbibe.

Wezareta Tenduristiya Hindistanê jî lez daye amadekariyên bo rûbirûbûna cûreya Arcturus a Covidê û wekî tedbîr dest bi xebatan kiriye.

Berpirsa Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Dr. Maria Van Kerkhove jî hişyariya belavbûna vê cûreyê da û got ku cara yekem di meha Çile de ew varyanta nû ya Covidê hatiye tespîtkirin û di nav cûreya Arcturus de, mutasyanên metirsîdar hene ku divê li seranserê cîhanê tedbîr ji bo wê bêne wergirtin.

Li gorî lêkolînên Zanîngeha Tokyo ya Zanistî ya Japonî jî Arcturus ji varyantên berê du qat zêdetir zû belav dibe.

Ev nivîs 210712 car hatiye xwendin.