Çînê agahî da WHOyê: Kesek ji ber wê şewbê mir!

Çînê agahî da WHOyê: Kesek ji ber wê şewbê mir!

PeyamaKurd- Li gor daxuyaniya nivîskî ya WHOyê, Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, agahî parve kiriye ku di meha adarê de kesek bi şewba çûkan a bi cureya A (H3N8), can daye.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO), digel ku heta îro 3 kes bi şewba A(H3N8) ketine, hemû bûyer li Çînê hatine dîtin. Hat diyarkirin nexweşa ku hat ragihandin, li Çînê bi şewba çûkan ketiye û can daye, jineke 56 salî ya ji eyaleta Guangdongê bûye.

WHOyê destnîşan kir ku vîrusên şewbê, bi berdewamî ji aliyê xwezayê ve pêşve diçin û bal hat kişandin ser girîngiya çavdêriya gerdûnî ya ji bo tespîtkirina guherînên vîrus, epîdemîolojîk û klînîkî yên ku bi vîrusên şewbê yên ku di nav gerîdeyê de ne û dikarin bandorê li tenduristiya mirov an jî ajalan bikin.

Ev nivîs 210703 car hatiye xwendin.