Derziya Monkeypox hat pesend kirin: Derzîkirina nexweşan dest pê kir
PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê hatine bidestxistin, Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) yekem derziya vîrusa Xûriya Meymûnê (Monkey Pox) pesend kiriye û derzîkirina nexweşan jî dest pê kiriye.
Hat ragihandin ku li ser pêşniyara EMAyê ya hefteya borî, destûra lêdana derziya Xûriya Meymûnan a kompaniya Bavarian Nordic (BAVA.CO) hatiye dayîn û niha li welatê Holandayê pêvajoya derzîkirina nexweşan hatiye destpêkirin.
Enstîtuya Tenduristiya Gel a Holandayê (RIVM) daye xuyakirin ku yekem derzîkirina nexweşan li navendên Şaredariya Laheyê dest pê kiriye û wê bi navbera 4 hefteyan du doz li ser nexweşan werin bikaranîn.
Li gorî amarên dawî heta niha li 27 welatên YEyê bi qasî 8 hezar û 697 haletên Xûriya Meymûnê hatine tomarkirin ku 23yê Tîrmehê jî Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) rewşa lezgîn ragihandibû.
WHOyê eşkere kiribû ku heta niha li seranser cîhanê zêdetirî 16 hezar haletên MonkeyPox hatine tomarkirin.
Ev nivîs 210737 car hatiye xwendin.