Doktor di bin rohniya telefonê de emeliyatan dikin
PeyamaKurd – Şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê hatiye astekî wisa ku doktor nikarin di rohniya elektrîkê de emeliyatan bikin. Ji ber di demên dawiyê de Rûsya êrîşên xwe dibe ser navendên enerjiyê ku di serî de elektrîk tê, her seha ku pêdiviya wê bi elektrîkê heye, ji nebûna elektrîkê bandorekî neyînî girtiye. Li ser medya civakî û hem medya normal dîmenên ku doktor li Ûkraynayê di bin rohniya telefonê de emeliyatên nexweşan dikin hatin weşandin.
Li Ûkraynayê bi sedema şer, rewşa elektrîkê gelek xerabe û hem nebûna elekltrîkê bandorê li ser seha tenduristiyê dike.
Niha weka stratejîk hedefa Rûsya santralên Ûkraynayê yên elekltrîkê ne ji ber Rûsya niha dixwaze Ukraynayê di tariyê û sermaye de bihêle da zivistanekî xerab derbas bikin.
Ev nivîs 210721 car hatiye xwendin.