Hewlêr | Nexweşxaneya Pêşmerge bê pere xizmeta tenduristiyê dide

Hewlêr | Nexweşxaneya Pêşmerge bê pere xizmeta tenduristiyê dide

PeyamaKurd – Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Nexweşxaneya Pêşmerge ku di çarçoveya xebatên kabîneya nehem a Hikûmeta Kurdistanê de, hatiye vekirin, hemû xizmetên tenduristiyê bê pere dide malbat û xizmên şehîdan.

Li gorî daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêveberê nexwaşxaneya Pêşmerge li Hewlêrê Dr. Dana Ehmed daye xuyakirin: “Nexweşên serdana me dikin, kesûkarên şehîd û Pêşmerge û kesên yekem ên nêzîkî Pêşmerge ne, ti pere ji wan nayê wergirtin, ji bo çareseriyê jî û ji bo emeliyatan jî.”

Dana Ehmed daye zanîn: “Bi alîkariya Hikûmeta Almanya û piştevaniya Wezareta Pêşmerge, di plana paşerojê de dê karên vê nexwaşxaneyê gelek bên berfirehtir kirin.”

Nexweşxaneya Pêşmerge ya Hewlêrê, ji 30 textê razanê pêk tê û rojane li 60 nexweşan pêşwazî dike ku  170 karmend xizmeta tenduristiyê tê de didin.

Di nexweşxaneyê de beşên; hinaw, şikest, demar, diran, rontgen, soner û beşa lezgîn, çavdêriya hûr û emeliyat hene û biryara xizmetên wê hê jî bêne berfirehkirin.

Ev nivîs 210711 car hatiye xwendin.