Hikûmeta Kurdistanê zêdetirî 120 milyar dînar ji Covid-19ê re terxan kiriye

Hikûmeta Kurdistanê zêdetirî 120 milyar dînar ji Covid-19ê re terxan kiriye

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî eşkere kir, di heyama sê salên borî de zêdetir 120 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna vîrûsa Koronayê hatiye terxankirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji medya Kurdistanê re daye xuyakirin., ji destpêka destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, çend nexweşî li Herêma Kurdistanê belav bûn, wek influenza werzî û ku di pişt re bû pêla yekem a Koronayê.

Berzincî got, erkê Wezareta Tenduristiyê di heyama sê salên borî de ji baştirkirina xizmetguzariyan sereke bû û bibîr xist, di Kabîneya Nehem de, ji bo cara yekem çaksazî di sîstema tenduristiyê de hat kirin.

Wezîrê Tenduristiyê da zanîn, ji destpêka Kabîneya Nehem û heta niha qeyran berdewam in, ligel valahiya ku Hikûmeta Iraqê dirust kiriye, eger ne ji piştevaniya Hikûmeta Herêmê û Serokê Hikûmetê ba, dê sîstema tenduristiyê rastî pûçbûnê bihate. Hikûmeta Herêmê bi riya çend budçeyên taybet piştevanî li sektora tenduristiyê kiriye.

Dr. Berzincî got: “Mehane nêzîkî 14 milyon Dînar ji bo derman û pêwîstiyên bijîşkî tê veqetandin. Şanseke me ya baş heye ku Serokê Hikûmetê bi xwe girîngiyê dide sektora tenduristiyê. Di rûbirûbûna Koronayê de, di salên borî de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir ji 120 milyar Dînar terxan kiriye.”

Ev nivîs 210730 car hatiye xwendin.