Ji bo felcê, xebateke bikêrhatî hat ragihandin

Ji bo felcê, xebateke bikêrhatî hat ragihandin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, zanyarên li Montreal û Kanadayê, li ser lêkolîneke ku dê ji bo nexweşên felcê pêşketinek girîng bi dest bixe, xebitîn.

Lêkolînerên bi serokatiya Profesora Neurolojiyê ya Nexweşxaneya Montreal a Zanîngeha Montrealê Marina Martinez ragihand ku ew ji bo ceribandinên klînîkî yên di dermankirina felciya piştî birînên mêjî de amade ne.

Hat zanîn ku lekolîneran navbeynkarek çêkiriye ku heywanek bi bikaranîna du aliyên mêjiyê xwe dikare bi lingên paşîn ên felcbûyî dîsa bimeşe.

Lêkolîna pêş-klînîkî ku lêkolîner jê re wekî "modela heywanên mezin" bi nav dikin, li ser modelên heywanên mezin ên bi felcbûna mêjî ya wekî mirovî jî hat kirin û di derbarê lêkolînê de ev hûrgilî hatin parvekirin:

"Encam ewqas diyar in ku em amade ne di nav çend salan de derbasî ceribandinên klînîkî bibin. Em ê li cihê hev korteksa çep û rastê ya mejî teşwîq bikin da ku tevgera herdu lingan vegerînin. Wexta ku stimulasyona berdest di mejî de dest pê bike, heywan dê tavilê car din dest bi meşê bike.”

Martinez destnîşan kir ku teknolojiya ku ew û hevkarên xwe li ser dixebitin, ji bo birînên ku mêjiya pişt bi tevahî zirarê nedaye derbasdar e û her çiqas ku ev teknolojî dê tu carî ji bo birînên stûyê spinal bi tevahî neyê sepandin jî her gav fersendê dide wan ku ew hinekî nêzî çareserkirina pirsgirêkan bibin.

Ev nivîs 210692 car hatiye xwendin.