Ji bo Omicronê du derzî hatin bipêşxistin
PeyamaKurd – Kompaniya BioNTech a Alman ku yekem derziya korona (Covid-19) bipêş xistibû ragihand ku ji bo cûreya Omicron a koronayê du derziyên wan hatine amadekirin û li benda pesendkirinê ne.
Di daxuyaniya kompaniya BioNTech de hatiye gotin ku heger derziyên hatine bipêşxistin bi fermî werin pesendkirin, li gorê dema radestkirinê wê bikaranîna wan di meha Cotmehê de destpê bike.
Damezrînerê BioNTechê Ugur Şahîn diyar kir, "Ev berhema dijî Covid-19ê, mebesta wê parastina zêdetir ji nexweşiyê û bandora wê ya demdirêjtir e. Di vê cûreya derziyê de, ji bilî naveroka bo varyantên nû yên koronayê, derziyên nifşê nû cî dgirin.”
BioNTech û şirîkê wê kompaniya Pfizer a Amerîkî, beriya niha ji bo pesendkirina wan herdu derziyên bo Omicronê serlêdan li Ajansa Dermanan a Ewropayê (EMA) kiribûn, lê hîn biryar nehatiye dayîn.
Ev nivîs 210737 car hatiye xwendin.