Ji destpêka salê ve 77 zarok ji sorikê mirin
PeyamaKurd - Li welatê Yemenê ji ber nexweşiya sorikê ku berbelav bûye 77 zarokan can daye û zêdetirî 9 hezar kesên din jî bi sorikan ketine.
Ofîsa Kordînasyona Karên Însanî (OCHA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji destpêka îsal heta niha 9 hezar û 418 nexweşên sorikê li Yemenê hatine tespîtkirin û eşkere kir, ji destpêka sala 2023yan ve 77 zarok ji ber vê nexweşiyê can dane.
OCHAyê herwiha hişyarî da ku mirinên ji ber nexweşiyên weke dîfteriyê jî zêde dibin. Li aliyê din Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) jî ji bo bûyerên sorik û felca zarokan ên li Yemenê hişyarî daye û daye xuyakirin, ji ber şerê navxweyî di sektora tenduristiyê de pirsgirêkên gelekî cidî yên tenduristiyê hene.
Ev nivîs 210711 car hatiye xwendin.