Ji mêjiyê zaroka yek salî cêwîka wê derket!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bijîşkên Zanîngeha Fudan a li bajarê Şangay ê Çînê, ji nav mêjiyê zarokeke 1 salî cêwîka wê derxistine.
Hatiye diyarkirin, piştî nerehetiyên zarokê wan tomografiya zaroka keçik a yek salî girtiye û tê de dîtine ku di nav mêjiyê wê de girêkeke mezin bûye heye.
Bijîşkan piştî derxistina wê girêkê û lêkolînan eşkere kirin ku di mêjiyê zarokê de, parçeyên cêwîka wê hene.
Li gorî rapora bijîşkan a berfireh a bi navê bûyera; 'intraventrikuler fetus-in-fetu' cêwîka zarokê wekî kutleyeke bi qasî tiliyekê mezin bûye û heta dest û milê wê jî çêbûne.
Bijîşk dibêjin, ew bûyer di tibê de her çiqas nadîr be jî di nav 500 hezar zayînan de carekê tê dîtin.
Ev nivîs 210727 car hatiye xwendin.