Ji WHOyê daxuyaniya vîrusa kolera, korona û monkeypox...
PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li navenda WHOyê ya Cenevê li ser rewşa dawî ya vîrusa kolera, Covid-19 û Monkeypoxê daxuyanî dan.
Ghebreyesus, bal kişand ser vîrusa kolerayê herî zêde li welatên Afrîkayê belav bûye û ji bo welatê Haiti jî got ku piraniya haletan zarokên bin temenê 5 saliyê de ne û rewş metirsîdar e.
Ghebreyesus, diyar kir ku ji ber nebûna sotemeniyê xebatên kargehên tenduristiyê nikarin bixebitin û ev jî di têkoşîna dijî vîrusê de bandoreke neyînî dike.
Berpirsê WHOyê da zanîn ku nexweşiya vîrusa Monkeypoxê jî li parzemîna Amerîkayê zêde bûye û heta niha zêditirî 70 hezar pêketî û 26 mirin hatine tomarkirin.
Herwiha Ghebreyesus, bal kişand ser vîrusa Covid-19 û ragihand, ew niha ji berî 33 mehan ku vîrusê dest bi belavbûnê kiribû di rewşeke baştir de ne, lê hîn jî vîrus bidawî nebûye gelek karê bê kirin heye.
Ev nivîs 210726 car hatiye xwendin.