Ji WHOyê hişyarî: Gefa Covid-19 bidawî nebûye…

Ji WHOyê hişyarî: Gefa Covid-19 bidawî nebûye…

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku hîn gefa belavbûna Covid-19 bidawî nebûye û egera belavbûna varyantên nû heye.

Ghebreyesus li ofîsa WHOyê ya Cenevreyê da xuyakirin, her çiqas rewşa lezgîn a gerdunî ya Covid-19 bidawî bûye jî ev nayê wateya ku gefa wê ya li ser tenduristiya cîhanê bidawî bûye.

Berpirsê WHOyê destnîşan kir ku hê jî gefa belavbûna varyantên din ên Covid-19 berdewam dike û dibe nexweşiyên nû bixwe re bîne û bibe sedema mirinan.

Herwiha Ghebreyesus bibîr xist ku beriya 3 hefteyan ragihandina bidawîkirina rewşa lezgîn a tenduristiyê û vegera li jiyana normal a welatiyan cihê hêviyê ye.

Ev nivîs 210705 car hatiye xwendin.