Ji WHOyê hişyariya koronaya demdirêj: Heftane 1000 kes dimirin
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) eşkere kir ku tevî bidawîbûna rewşa lezgîn a Covid-19 jî li seranserê cîhanê heftane 1000 kes ji ber koronayê dimirin.
Berpirsê Ewropa yê WHOyê Dr. Hans Kluge, di civîna rojnamevanî ya 27ê Hezîranê de ku bi vîdyokonferansê li dar xistiye de ragihand, di nav 3 salên pandemiya Covidê de, li herêma Ewropayê dibe ku zêdetirî 36 milyon kes bi koronaya demdirêj ketibin.
Dr. Kluge herwiha destnîşan kir ku tevî bidawîbûna rewşa lezgîn a koronayê jî hîn heftane bi qasî hezar kesan ji vîrusa Covid-19 dimirin.
Ji bo tedbîrên pêketina Covid a demdirêj jî Kluge, diyar kir ku em dikarin rojane 25 xulekan hînekan (egzersiz) bikin, cixarê berdin, alkolê kêm bikin, xwê kêm bikin, lewra em hîn gelek tiştan derbarê Covid-19 ya Demdirêj de nizanin.
Ev nivîs 210702 car hatiye xwendin.