Ji WHOyê hişyariya sendroma ‘têkçûna derûnî’

Ji WHOyê hişyariya sendroma ‘têkçûna derûnî’

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) yek ji pirsgirêka tenduristiyê ya serdemê ya girîng sendroma têkçûna derûniyê xis rojeva xwe û hişyarî da.

Li gorî WHOyê têkçûna derûniyê di jiyana xebatê de, kêşeyeke cidî ye û divê li ser bê rawestîn.

Sendroma têkçûna derûniya mirovan, li gorî WHOyê ji ber stresa kar û zehmetiyên jiyanê derdikeve holê ku barê giran ê xebatê, şert û mercên zehmet ên jiyanê sedemên sereke yên vê sendromê ne.

Pisporên WHOyê hişyarîyê didin ku ji bo kesên rûbirûyî têkçûna derûnî bûne, ne tenê li ser cihên xebatê ji aliyê civakê ve jî xwedîtî bê kirin ku ev pirsgirêkeke giştî ya civakê ye.

Ev nivîs 210722 car hatiye xwendin.