Jimara neweşînên Kovid-19 ê li Çînê ji 1 milyarî derbas kir

Jimara neweşînên Kovid-19 ê li Çînê ji 1 milyarî derbas kir

PeyamaKurd – Jimara nexweşên Kovid-19 ê li welatê Çînê ji 1 milyarî derbas kir. Îro nihayet dewleta Çînê di mijarê de agahiyan parvekir. Dewleta Çînê ji bilî dermanên xwe yê deqandinê yên ti welatî qebûl nekir. Rêvebiriya Pekînê ragihand ku bûyerên Kovid-19 ê ji 1 milyarî derbas bûye û di hefteyên ewilî de li Çînê ji ber Kovid-19ê di heftê de 60 hezar mirov mirine.

Piştî Çînê karantînayê di welat de rakir û îznê da seyahatê, bi yek carî jimara nexweşan zêde bû. Kesên li bajarên mezin yên weka Pekîn û Şangayê dijîn ji %70 heya 90 ê wan bi nexweşînê ketin.

Serokê Buroya Tenduristiyê yê Çînê Jiao Yahui ragihand ku ji 8 ê meha borî heya îro ji ber Kovidê 59 hezar û 938 kes mirine.

Zankoya Pekînê raporekî belav kir û tê de got ku li gor lêkolînên zankoyê; ji %64 ê nûfûsê ku dike 900 milyon kes bi nexweşînê ketine.

Ev nivîs 210715 car hatiye xwendin.