Jimara nexweşxan ji ber ‘ta ya Dang’ê ji sed hezarî derbas kir
PeyamaKurd – Li welatê Bangladeşê ji ber “ta ya Dang”ê jimara nexweşxan ji sed hezarî der bas bû û jimara miriyan derket 485an. “Ta ya Dang”ê li welatên tropîkal û sûbtropîkal çêdibe û ji kermêşan digihê mirovan.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku nexweşîna tayê ya Dangê li Bangladeşê her diçe z^detir û xerabtir dibe.
Rêvebiriya giştî ya xizmetên tenduristiyê ya Bangladeşê ragihand ku tenê li payîtexta Bangladeşê li Dakkayê di nav 24 seetan de 872 kes bi nexweşînê ketine, ji serê salê heya niha 485 kes mirine û jimara giştî li seranserê welat ji sed hezarî derbas bûye.
Sala borî jî ji ber ta ya Dangê 281 kes miribûn û îsal li gor sala borî ya heman wextê nexweşîn 8 car zêdetir bûye.
Ev nivîs 210699 car hatiye xwendin.