Kolera li Silêmaniyê roj bi roj belav dibe: Zêdetirî 10 hezar kes îshal bûne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara pêketinên bi vîrusa kolerayê û nexweşên îshal û verişînê roj bi roj zêde dibe.
Rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî eşkere kir, mixabin her çiqas tedbîrên tund yên tenduristiyê hene jî nexweşiya Kolerayê li Silêmaniyê roj bi roj zêdetir belav dibe.
Dr. Sebah Hewramî a got, heta niha 56 pêketiyên Kolerayê hatine tomarkirin û zêdetirî 10 hezar kes jî bi îshal û verîşînê ketine.
Hewramî li ser mirina çend nexweşan jî got, “Yên can dane hîn nehatiye piştrastkirin ku bi nexweşiya Kolerayê mirine yan na. Lê em welatiyan hişyar dikin û ji wan re dibêjin, kî îshal bû û verişiya bila yekser serdana nexweşxane û navendên tenduristiyê bike.”
Dr. Sebah Hewramî herwiha da zanîn ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî di rûbirûbûna Kolerayê de rolek baş lîstiye û heta niha 800 milyon dînar ji bo vê yekê terxan kiriye.
Ev nivîs 210729 car hatiye xwendin.