Konseya Tipê ya Urdinê 9 nexweşxaneyên Kurdistanê xist nav bernameya perwerdê

Konseya Tipê ya Urdinê 9 nexweşxaneyên Kurdistanê xist nav bernameya perwerdê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Konseya Tipê ya Urdinê, 9 nexweşxaneyên li Herêma Kurdistanê wekî nexweşxaneyên baş ji bo bernameya perwerdehiyê bi fermî pejirandiye.

Berdevkê Tenduristiya Silêmaniyê Saman Şêx Letîf da xuyakirin ku Konseya Tipê ya Urdinê, bi biryarnameyeke fermî ya ji aliyê sekreterê konseyê Muhammed Musa hatiye îmzekirin, 9 nexweşxaneyên Kurdistanê pejirandine.

Şêx Leftî daye zanîn ku ji wan nexweşxaneyên hatine qebûlkirin, 4 li Silêmaniyê, 3 li Duhokê û 2 jî li Hewlêrê ne.

Berdevkê Tenduristiya Silêmaniyê eşkere kir ku ev biryara Konseya Tipê ya Urdinê, li ser serlêdana hejmarek nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatiye dayîn û bi fermî pejirandina wan nexweşxaneyan jî ji bo pêşxistina kerta tenduristiyê û xwendekarên Tipê yên Kurdistanê pêngaveke girîng e.

Ev nivîs 210738 car hatiye xwendin.