Lêkolînerên Îsraîlê rêbazekî ku hucrên kanserê xwe bi xwe dikujin bi pêş xist

Lêkolînerên Îsraîlê rêbazekî ku hucrên kanserê xwe bi xwe dikujin bi pêş xist

PeyamaKurd – Zanyarên lêkolîner yên Îsraîlî li ser hucren kanserê (seretanê) xebatekî kirine ku hucrên seretanê bi xwe hilberîna toksînê dikin û xwe bi xwe dikujin. Di lêkolîna hatiye kirin de, toksîna ku jialiyê bakteriyan de tê hilberîn, bi molekulên RNA yê re kod dikin û dişînin ji bo hucreyan. Bi vê rêbazê karibûn hucrên seretanê %60 ê wan bikujin. Wê vê rêbazê bi bakteriyên anaerobik ku toksînan hildiberîne re bê bikaranîn û dê gelek cûreyên kanserê tedawî bikin.

Ragihandina vê rêbazê ji aliyê Zankoya Tel Avivê de (TAU) hat kirin ku hucrên seretanê xwe bi xwe toksînan hildiberînin û xwe ji ortê radikin. Lêkolîn di kovara Theranostics de hat weşandin û rêbaz yekem care ku tê bikaranîn. Di kemoterapiya roja me de dermanên kanserê yê kemoterapiyê bi hucrên kanserê re hucrên baş jî dikuje û di encamê nexweş dimre.

Ev nivîs 210714 car hatiye xwendin.