Li 11 welatan belavbûna kolerayê gihîştiye asteke metirsîdar...

Li 11 welatan belavbûna kolerayê gihîştiye asteke metirsîdar...

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li 11 welatên Afrîkayê belavbûna nexweşiya kolerayê gihîştiye asteke metirsîdar.

Cîgirê Berpirsê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Lieke van de Wiel, bi daxuyaniyekê bal kişand ser belavbûna kolerayê li başûrê Afrîkayê û ragihand, li 11 welatên Afrîkayê belavbûna nexweşiya kolerayê gihîştiye asteke metirsîdar.

Wiel da zanîn ku wan hêvî nedikir, kolera li welatên wekî Malavî û Mozambîkê ew qas zêde bibe sedema mirinan û belav bibe, lê niha li welatên Burundi, Kamerun, Komara Kongo, Etiyopya, Afrîkaya Başûr, Mozambik, Nijerya, Kenya û Somalî jî belav bûye.

Nexweşiya kolera ji nebûna ava paqij û kêmbûna derfetên tenduristiyê belav dibe.

Ev nivîs 210752 car hatiye xwendin.