Li Amerîkayê, amîpa ku mejiyê mirovan dixwe, peyda bû!

Li Amerîkayê, amîpa ku mejiyê mirovan dixwe, peyda bû!

PeyamaKurd- Pisporên tenduristiyê yên li bajarê Charlotte yê başûrê rojavayê Floridayê ragihandin ku li Amerîkayê kesek bi amîpa ku mejiyê mirovan dixwe, jiyana xwe ji dest daye.

Di agahiyên li ser vê mirina ku cara yekemî e tê dîtin de hat diyarkirin ku berdevkê ajansa tenduristiyê ya dewletê jî daxuyaniyeke piştraskirinê daye ku ew nexweş, ji ber amîpê mejiyê wî xwariyê, can daye.

Berdevkê Ajansa Tenduristiyê yê Dewletê  Jae Williams got ku “Karbidestên gelek saziyên hukûmetê dewam dikin ku lêkolînê bikin ka ev enfeksiyon çawa çêbûye. Xebatkarên tenduristiyê, bi kar û barên herêmî re dixebitin da ku girêdanên pêkan nas bikin û bergirên rastkirinê yên pêwîst bigirin."

Naegleria fowleri ku di nav gel de wekî amîpa mejîxwar tê zanîn, mejî bi poz ve girê dide. Pisporên tenduristiyê li ser vê amîpê dibêjin ku vexwarina ava çolê, ne metirsîdar e û ev amîp bi gelemperî di avên şîrîn ên wekî avên hewiz û golan de peyda dibin.

 

Ev nivîs 210718 car hatiye xwendin.