Li Çînê karantîna: Bi milyonan kes ketin hundiran!

Li Çînê karantîna: Bi milyonan kes ketin hundiran!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Çînê de hatin parvekirin, şewba Covid-19ê car din serî rakiriye û ji ber vê xetereyê jî li gelek deverên welêt, karantîna dest pê kiriye. Hat ragihandin ku bi deh milyonan kes, car din neçarî nav malên xwe bûne.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku ji ber Covid-19 bi zêdebûna xwe gihîştiye asta rekorê, di serî de li paytexta Çînê ya Pekînê, li gelek bajarên welêt karantîna dest pê kiriye.

Hat diyarkirin ku li Şianê ku xwedî serjimêra 13 milyonî ye, karantînaya malan a hefteyekê dest pê kiriye.

Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku li Zhengzhouyê jî di kargeha herî mezin a cîhanê ku telefonên berîkan hildiberînin de ji ber zêdebûna şewbê, xwaringeh hatine girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku li Pekinê jî li hin taxan karantînaya beşkî heye û ji bo pêşî li belavbûnê bê girtin, bi awayekî rojane test tên kirin.

Ev nivîs 210717 car hatiye xwendin.