Li Hewlêrê nexweşxaneya herî mezin a şewatê tê avakirin

Li Hewlêrê nexweşxaneya herî mezin a şewatê tê avakirin

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê nexweşxaneyeke şewatê ya ji 100 nivînan pêk tê û zêditirî 9 milyar dînar tê xerckirin tê avakirin.

Parêzgariya Hewlêrê îro 29ê Cotmehê ragihand, di demeke nêzîk de mezintirîn nexweşxaneya şewatê ya 100 nivînî li Hewlêrê bi bihayê 9.2 milyar dînar tê avakirin.

Hate diyarkirin ku nexweşxane dê li ser qadeke 89 hezar metro çarçik bê avakirin û hemû amadekariyên bicihkirina  projeyê temam bûne û dê di demeke nêzîk de bikevin pratîkê.

Parêzgariyê da xuyakirin: “Di çarçoveya girîngîpêdana sektora tendirustiya giştî û parastina jiyana welatiyan, di sala borî de, zêdetirî du milyar dînar hatiye xerckirin û ew pere ji bo çakkirin û dabînkirina kelûpel û amûrên bijîşkî li nexweşxane û navendên tenduristiyê li hemû parêzgehê, hatine xerckirin.