Li Kerkûkê yekem nexweşê kolerayê hat tomarkirin

Li Kerkûkê yekem nexweşê kolerayê hat tomarkirin

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bajarê Kerkûkê yekem haleta nexweşiya Kolera hatiye tomarkirin.

Li gorî nûçeya K24ê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Kerkûkê Dr. Nebîl Boşnaq ragihandiye, haleteke nexweşiya Kolera li Kerkûkê hatiye tomarkirin ku niha rewşa tenduristî ya wî kesî cîgir e û di bin çavdêriya pizîşkî de ye.

Tomarkirina yekem haleta nexweşiya kolerayê piştî daxuyaniya Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ya îro 15 Hezîranê hat ku gotibû, rêjeya pêketina zikçûnê li Silêmaniyê zêde bûye.

Dr. Sebah Hewramî dabû xuyakirin ku heta niha encamên testan derneketine ku ev nexweşiya Kolere be, lê hemû tedbîr li hember belavbûna nexweşiya Kolerayê hatine girtin.

Herwiha daxwaz ji welatiyan hatiye kirin ku pabendî rênimayên tenduristiyê bibin, ji ber ku nexweşiya zikçûnê di qonaxeke metirsîdar de ye

Ev nivîs 210726 car hatiye xwendin.