Li Nîjeryayê nexweşîna dîfteriyê bû sedema mirina 61 kesan

Li Nîjeryayê nexweşîna dîfteriyê bû sedema mirina 61 kesan

PeyamaKurd – Berpirsê Navenda Kontrola Nexweşînan ya Nîjeryayê (NCDC) yê eyaleta Kanoyê Salma Suwaid ragihand ku nexweşîna dîfteriyê li eyaletê li deverên cuda belav dibe. Heya niha 61 kes mirine û 783 kes di bin kontrolê de ne. Suwaid ragihand ku jimara nexweşxan endîşe dide wan û weha got:

“Divê em zû bikevin nav tevgerê da ev nexweşîna belave bidin sekinandin. Aşîkirin, li hemberê dîfteriyê çeka me ya herî mezine. Divê di serî de zarok û di pey de herkes vê aşiyê bibe. Dibe ku nexweşîn ji aşîkirina kêm be.”

Di nexweşîna dîfteriyê de mîkroorganîzma bi navê "corynebacterium diphtheriae" xwe di poz (difn), qirik, çav û çerm de bicîh dike û dikare mirov bikuje.

Ev nivîs 210709 car hatiye xwendin.